PeyamaKurd – Hat ragihandin ku derengiya şeva borî agir bi bîreke neftê ya nêzîkî gundê Qadiriye ya ser rêya navçeya Guwêrê ket û di encamê de 5 kes şewitîn.
Rêveberiya polîsê berevaniya şaristaniya Hewlêrê ragihandiye ku agir hatiye kontrol kirin û diyar kir, dema betalkirina sotemeniyê ya ji tankerê bo embarê şewat derketiye.
Kesên ku şewitîne temenê wan di navbera 8 û 34 salî de ne û bedenên wan bi awayên cuda cuda şewitîne. Hat ragihandin ku niha çareseriya pizîşkî li nexweşxaneyê bo wan tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin