PeyamaKurd - Wezareta Elektrîka Kurdistanê diyar kir, ew arîşeya ku bibû sedema kêmbûna elektirîkê, hat çareserkirin.
Wezareta Elektrîka Kurdistanê da zanîn, ew arîşeya teknîkî ya ku bibû sedema qutbûna gaza santralên Hewlêrê, hat çareserkirin û elektrîk vegeriya rewşa xwe ya normal.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê Umêd Ehmed destnîşan kir, îro arîşeyek di boriya gaza Kormor de derketibû, ji ber wê jî gaza ku ji bo santralên Hewlêrê tê şandin, hatibû sekinandin û 2500 Mêgawat elektrîk kêm bibû. Lê ew arîşe hat çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin