PeyamaKurd – Dewleta Îsweçê bi sedema rola wî ya di îdama komkî de heye, Îsweç cezayê Muebbed dabû Îraniyê bi navê Hamid Nuri. Îran jî li hemberê Hamid Nuri dîplomatê Îsweçî ku hemwelatiyê Îran û Îsweçê ye serbest berda.
Hamid Nuri ji sala 1988an heya niha ji ber li hemberê morivahiyê sûcan kiriye li Îsweçê di zîndanê de bû. Hewla guhertina her dû zîndaniyan di wexta wezîrê karên derve yê Îranê ku di qeza helîkopterê de mir di dewra Emir Huseyn Abdullahiyan de, destpêkiribû.
Serokwezîrê Îsweçê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku diplomat, xebatkarê YE, hemwelatiyê Îsweç-Îranê Saeed Azizi niha di balafirê de dadigere Îsweçê û wê di nêz de bi malbata xwere were cem hev.
Serokê konseya Mafên Mirovan yê Îranê Kazım Garibabadi jî di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Hamid Nuri yê ji sala 2019an heya niha li Îsweçê di zîndanê de ye, wê di nav çend seetan de bigihê Îranê.”
Li gor ragihandina ajansên Ummanê Umman navbeynkariya berdana zindaniyan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin