PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê heza li erdê ket têkiliya navça Geverê û yên Wan, Hakkarîyê ji hev qut kir. Piştî baran zêde bariya, hezê temamê rê girt û alavên (erebe) di rê de diçûn tev asê man.
Bi barana zêde re, heza li erdê ket bi xwe re kevir, herî, axê bir û xist nava rê. Rûdan ber destê êvarê qewimî û niha erebe nikarin ji Geverê derên û erebeyên ji Wanê û Hekkariya diçin Geverê nikarin herin Geverê.
Tîmên rêyên bejayiyê dixebitin ji bo rê vekin da çûn û hatina bo Geverê û ji Geverê jî çûn û hatin bibe.