Li Stenbolê di bin erdê de bi hezaran parçeyên çekan hatin girtin

Li Stenbolê di bin erdê de bi hezaran parçeyên çekan hatin girtin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Tîmên Şaxê Têkoşîna Dijî Tawanên Organîze yên Stenbolê, piştî şopandineke teknîkî û fîzîkî li navçeya Pendîkê operasyoneke mezin li dijî qaçaxçiyên çekan pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê polîsan bi alîkariya dronan herêmeke çolter kontrol kir û di encamê de depoyeke avê ya bin erdê dîtin ku bi taybetî hatibû veşartin.

Di dema serdegirtinê de, di nav çewalan de 3 hezar û 92 parçeyên demançeyên bêrûxsat û hezar û 869 serikên çekan hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên ewlehiyê, ev operasyon di dîroka Tirkiyeyê de wekî "mezintirîn mîqdara parçeyên çekan" ku di carekê de hatine girtin hatiye tomarkirin.

Di operasyonê de 4 kesên ku bi qaçaxçîtiya çekan dihatin tawanbarkirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.