PeyamaKurd - Li demeke ku amadekariyên damezirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dikin hejmara kûrsiyên hikûmetê bûye mijara nîqaşan di navbera partiyên siyasî de.
Nivîskarê Kurd Zîrek Ebdullah li ser rûpela xwe ya facebookê bersiv da rayedarên YNKê ku dibêjin hêza bi hejmara kursiyan nayê pîvandin û got, “Rayedarên YNKê rast dibêjin hêza YNKê bi hejmara kursiyan nayê hesibandin, bi xiyanetê tê pîvandin! Mînaka herî nû û li ber çavan jî, xiyaneta 16 Cotmeha par e!”
Zîrek Ebdullah got, “Rayedarên YNKê bi wan gotinan gefa wê yekê jî dixwin û dibêjin, eger tenê bi kursiyan hêza YNK bihesibînin wê çaxê emê du-îdaretiyê hilbijêrin! Qesta wan ev e!”
Di hilbijartinên giştî yên Kurdistanê de, PDKê 45 kursî, YNKê jî 21 kursî bidest xistibûn. PDK dibêje, her partiyek dê bi qasî kursiyên xwe di hikûmeta nû de beşdar be, lê YNK zêdetir kursiyan dixwaze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin