Hezar û 700 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve ketin rê

Hezar û 700 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve ketin rê

PeyamaKurd - Di çarçoveya bicihanîna peyama 29‘ê Çileyê ya di navbera HSD û hikumeta demkî de, îro koma 8‘emîn a koçberên Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.

Koma 8‘emîn ji hezar û 700 malbatên Efrînî yên li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman pêk tê. Kom ji bo vegere warê xwe di saetên berbanga îro de li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya Qamişloyê kom bû û ber bi Efrînê ve bi rê ket.