PeyamaKurd – Hêzên asayîşê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Wanê, li navçeya Erdîş a Wanê girtin ser hin malan û di encamê de Hevseroka Rêxistina Erdîşê ya HDPê û endamekî HDPê desteser kirin.
Li gor zanyariyan, Hevseroka Rêxistina Erdîşê ya HDPê Fatma Serhatli û endamê HDPê Îdrîs Îşleyen di encama operasyonê de hatin desteserkirin.
Heta niha jî sedema desteserkirina siyasetmedaran nehatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin