PeyamaKurd - KolberNewsê ragihand ku pasevanên Îranê yên sînor kolberê bi navê Salah Hoşnamak ê 18 salî bi guleyên rasterast kuşt.
Salah Hoşnamak, li devera çiyayî ya herêma Vîse ya li ser sînor, di encama gulebarana rasterast a pasevanên sînor de jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku di nav çar rojên dawî de hejmara kolberên ku di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye diduyan.
Berî 4 rojan jî kolberê bi navê Wazir Rahimî yê 57 salî di êrîşa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dabû.