Hêzên Îranê li Esfahanê 2 bira yên Kurd girtin

Hêzên Îranê li Esfahanê 2 bira yên Kurd girtin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistane ji bajarê Îlamê li  devera Abdananê du biryarên ku Kurdin, ji aliyê hêzên asayiş û îstîxbarata Îranê de hatin girtin.

Her dû bira Mahan Hemmati (17) û Nima Hemmati ku xendekarê zankoyêne hatine girtin. Her du xort zarokên derûnnas, nivîskar û wergêr Dr. Nassir Hemmatî ne ku gelek caran ji aliyê hêzên Îranê de hatiye girtin.

Li gor agahiyên Hengawê bi dest xistiye, her dû bira roja Çarşemê (18 Adar 2026) li bajarê Esfahanê hatine girtin. Nîma Hammatî li bajarê Esfahanê di zankoya Raştê de di beşa etnomuzîkolojiyê de lîsansa bilind (master) dike û birayê wî Mahan Hemmati jî di pola 11an de ye û beşa wênekêşiyê dixwîne. Her du bira ji aliyê xebatkarên beşa îstîxbaratê de li Esfahanê hatine binçavkirin.

Hêzên îstîxbaratê yên çekdar bi erebeyekî sîvîl ereba her du birayan li ser rêyekî bajarê Esfahanê dane rawestandin, wan kelepçe kirine, çavên wan girêdane û birine ciyekî nayê zanîn.

Malbat, bi daîra îstîxbaratê ya Esfahanê re, di rêya telefonê de axifiye û ji malbatê re gotine ku her du zarokên wan li bajarê Îsfahanê di zîndana Dastgerd de, di qawîşa "A-T" de ku bi ewleye tên girtin.

Li ser sedema girtina her dû birayan û bi çi tên sûcdarkirin nehatiye zanîn.