Hêzên Tirkiyê hejmarek gundên Zirganê topbaran kirin: Serbazekî Sûrî hat kustin

Hêzên Tirkiyê hejmarek gundên Zirganê topbaran kirin: Serbazekî Sûrî hat kustin

PeyamaKurd – Gundên Xirbet Şiîr, Ribîat, Til el-Werd û Ebboş li navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin topbaran kirin û di encamê de serbazekî Sûrî hat kuştin û hejmareke serbazên din jî birîndar bûn.

Li go Rêveberiya Xweser diyar kir, êvara 27ê Cotmehê hêzên Tirkiye gundên Xirbet Şiîr, Ribîat, Til el-Werd û Ebboş li navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, di encam de serbazekî Sûrî hat kuştin û hejmareke serbazên din jî birîndar bûn.

Herwiha hat eşkerekirin, gundên Seyda, Dibis û rêya M4 li navçeya Eyn Îsayê li bakurê Reqayê hat topbarankirin û di encamê de zerarên maddî gihiştine xelkê herdû navçeyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin