PeyamaKurd- 147 kes bi sedema ku di bazara perên biyanî û zêr de bê ûsûliyê û manîplasyonê kirine, hatin binçavkirin. Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Îranê IRNA yê de hat kirin.
Rêvebirê asayîşa Tehranê Huseyn Rahimî di civîna konseya bajêr de axifî û got ku bi sedemên jorê, 942 hatine dawetkirin bo emniyetê û 147 kes ji wan hatiye tesbîtkirin ku sûcan di bazara pere de kirine û hatine binçavkirin.
Berdevkê dadgehan Xulam Huseyin Muhsînî Ejei jî ragihand ku berê jî ji heman sûcan 45 kes hatibûn girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin