Hikûmet û Parlamento li ser koçberên li sînorê Lîtvanyayê asê mane dicive

Hikûmet û Parlamento li ser koçberên li sînorê Lîtvanyayê asê mane dicive

PeyamaKurd – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Lijneya Pêwendiyên Karên Derve yê Parlamentoya Kurdistanê, îro di derbarê koçberên Herêma Kurdistanê yên li sînorê Lîtvanyayê asê mane dicive.

Serokê Lijneya Pêwendiyên Karên Derve li Parlamentoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî daye zanîn; îro di 18.08.2021ê saet 11:00an de Lijneya wan dê li gel Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve yê Hikûmetê, ji bo guftûgokirina rewşa koçberên Herêma Kurdistanê, ku li sînorê Lîtvanyayê asê mane de bicivin.

Rêbwar Babkeyî beriya civînê destnîşan kiriye, lijneya wan ji bo dûvçûna li ser pirsgirêka koçberan û piştrastbûn li çarenivîsa wan, biryar dane şandeyekî lijneya wan serdana Lîtvanya bike û îro ew biryar bi nivîsekî fermî ve em ê bidin desteya Serokatiya Parlamentoyê.

Li gor zanyariyên berdest, ji 2800î zêdetir hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, li sînorê di navbera Belerûs û Lîtvanya de asê mane û di rewşeke xerab de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin