PeyamaKurd - Li Hewlêrê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina berferehtir ji welatiyan re, dest bi projeya xizmetkirinê kir.
Li bajarê Hewlêrê merasima danasîna Projeya Xizmetkirina bo Wealtiyan hat li darxistin, di merasimê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê sûdmendiya welatiyên Herêma Kurdistanê de ji wê projeyê, da zanîn ku ew projeya wê di xizmeta gel de be û wê saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji adetiyê rizgar bike û wê nêzîkatiyên hikûmetê ji welatiyan re û çawaniya xizmetkirina ji wan re bi awayekî dirust pêşkêş bike.
Talebanî, li ser navê hikûmetê spasiya Pêşmerge û hemû hezên ewlehiyê kir û ragihand ku li navçeyeke aloz, Kurdistan wek herêmeke aram parastine. Herwiha da zanîn ku ragihandina Projeya Xizmetkirinê bo wî cihê şanaziyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin