PeyamaKurd - Berpirsê Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Dîndar Zêbarî ragihand, heta niha Herêma Kurdistanê 17 milyar Dînar di rûbirûbûna vîrusa Korona de xerc kiriye.
Berpirsê Komîta Bersivdana Raportên Navdewletî Dîndar Zêbarî di civîneke rojnamevanî de eşkere kir ku di rûbirûbûna vîrusa korona de, heta niha Herêma Kurdistanê 17 milyar Dînarên Iraqî xerc kirine.
Zêbarî got: “Di vê heyamê de, 100 welatî ji Hindistanê, 118 welatî ji Siûdiyê, 157 welatî ji Urdinê, 107 welatî ji Almanya û 163 welatî ji Brîtaniya bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegeriyane Kurdistanê û hatine karantîna kirin.”
Berpirsê Komîta Bersivdana Raportên Navdewletî diyar kir, zêdetirî 2 hezar kesên ku ji Îranê vegeriyabûn jî hatine karantîna kirin.
Dîndar Zêbarî da zanîn, ji destpêka belavbûna vîrusa korona ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 159 girtî li Hewlêrê, 248 girtî li Silêmaniyê û 319 girtî li Duhokê azad kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin