Hikûmeta Kurdistanê ligel birîna budçeyê û koronayê ji 14 mehan mehaneyên 12 mehan da

Hikûmeta Kurdistanê ligel birîna budçeyê û koronayê ji 14 mehan mehaneyên 12 mehan da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel birîna budçeyê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û rûbirûbûna koronayê jî di nav 14 mehan de 12 meh mûçeyên karmendan daye.

Wezîrê Pilandanîna Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ragihand, kabîneya nehem ya hikûmetê di 14 mehan de 12 mûçe daye û got, ji bo ku ti kes nekaribe rastiyan berevajî bike, ew lîsteya mûçeyên ku ji destpêka pêkhatina kabîneya nehem ya hikûmetê ve heta niha hatine dayîn, belav dikin.

Dana Ebdulkerîm da zanîn, kabîneya nehem di 14 mehên temenê xwe de 12 mûçe daye.

Herwiha rojên ku mûçe hatine dayîn jî hatin ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin