Hikûmeta Kurdistanê projeya reforman pêskesî parlamenê dike

Hikûmeta Kurdistanê projeya reforman pêskesî parlamenê dike

PeyamaKurd – Kabîneya hikûmeta herêma Kurdistanê îro bi seroktiya Serokwezîr Mesrur Barzanî civiya.

Li gorî zanyariyan dê di civavata wezîran a îro de, rewşa dawî ya proje yasaya çaksaziyê bê dayîn û ji bo pesendkirinê ji Parlamentoya Kurdistanê re bê şandin.

Wezîra Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji Karûbarên Parlamenê berpirs Vala Ferîd jî ragihand ku dê îro Civata Wezîran proje yasayê pesend bike û rasterast bişîne ber destê parlamenê daku dubare gengeşe li ser were kirin.

Piştî ku proje yasa li parlamenê were gotûbêjkirin, tê çaverêkirin ku li demeke nêzîk projeya yasaya reformên hikûmeta Kurdistanê were pesendkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin