PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê (Şanlıurfa) li navça Xelîliyê (Haliliye) li taxa an gundê Konaçê, di navbera zarokên apên hev de, bi sedema hilbijartina muxtariyê şer derket û berê jî di navbera wan de dijberî hebû.
Di şer de Mustafa Kada, Osman Kada û Veysi Yeşiltepe li ciyê şer jiyana xwe ji dest dan. Tîmên cendirmeyan deverê xistin bin dorpêçê, tedbîran sitendin û ji bo girtina kesê kujer yê bi navê Mahmut Y. dest bi operasyonê kirin.
Rûdan, seet li dora 14.00an qewimî û şerê bi munaqeşeyê dest pêkir bû lêdana bi çekê.
Cenazan birin morga tibî da otopsiya wan bikin.