PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê li gundê Gorentepe di encama hilbijaretina muxtariyê de du grûb li hev xistin û di encamê de kesekî mir û 3 kes birîndar bûn. Di şerê bi çekan de kesên bi navên Hilmi A, Murat A, İbrahim Y. û Şevket A. birîndar bûn.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan. Kesê bi navê Hilmi A. birin nexweşxana navça Kızıltepe (Qoserê) û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin