Hindistan amade ye pêwendiyên ligel Kurdistanê pês bixe

Hindistan amade ye pêwendiyên ligel Kurdistanê pês bixe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Hindistanê yê li Iraqê Birender Singh Yadav kir ku ji bo xatirxwestinê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Hindistanê yê li Hewlêrê jî amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Hindistanê kir ji bo erk û hewldanên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên Hindistanê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê. Herwiha Mesrûr Barzanî di erkê wî yê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Balyozê Hindistanê tevî nîşandana pêzanînên xwe ji bo wan hêsankarî û hemahengiyên ku aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Balyozxane û Konsulxaneya Hindistanê dikin, herwiha amadebûna welatê xwe jî ji bo pêşvebirina hemû pêwendiyan ligel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin