Trump: Pêwendiyên me yên ligel Îranê pir baş dimeşin

Trump: Pêwendiyên me yên ligel Îranê pir baş dimeşin

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, derbarê hevdîtinên navbera Washington û Tehranê de daxuyaniyeke erênî û balkêş da.

Trump got ku têkiliyên di navbera her du welatan de di vê heyamê de "pir baş" dimeşin û eşkere kir ku danûstandinên ku têne kirin di rêyeke pir erênî de bi pêş ve diçin.

Trump piştî zêdebûna hevdîtinên teknîkî yên li paytexta Qeter Dohayê ev nirxandin kir ku tê de şanda taybet a Amerîkayê ya ji Jared Kushner û Steve Witkoff pêk tê, bi rêya navbeynkaran bi rayedarên Îranî re di danûstandinê de ne.

Trump ragihand ku li ser dosyayên sereke yên herêmî û darayî, gotûbêjên pir serkeftî û astbilind hatine encamdan.

Li aliyê din Îran red dike ku hevdîtinên rasterast ligel Washingtonê pêk tîne û Amerîkayê bi binpêkirina xalên peymana Îslamabadê sûcdar dike.