PeyamaKurd - Ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê şandekê seredana Minbicê kir û ligel Encumena Sivîl a ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiya. Niştecihên Minbicê dibêjin ku ji ber gefên Tirkiyê jiyana wan aloz bûye û şanda Amerîkî jî “garantiyê” dide xelkê bajêr.
Gefên Tirkiyeyê bûne sedema metirsiyê li nav niştecihên bajarê Minbicê. Niştecihên Minbicê ji wê yekê ditirsin ku bajarê wan jî wek Efrînê bikeve ber êrîşan û were talankirin. Lê şandeke Amerîkî bo nehiştina nîgeraniyên niştecih û berpirsên HSDê li ser daxwaza Encûmena Sivîl a Minbicê, doh seredana bajêr kir.
Hevserokê Encumena Sivîl a Minbicê, piştî civîna ligel şanda Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku, Amerîkayê garantî daye berpirsên HSDê û gotiye; “Ew rê nade Tirkiyeyê ku êrîşî Minbicê bike.”
Îbrahîm Keftan ku Hevserokê Encûmena Sivîl a Minbicê ye wiha dibêje: “Armanca seredanê nehiştina nîgeraniyên xelkê Minbicê bû ku hêzên dagirker ên Tirkiyê nikaribin werin navçeyê. Bêguman tirs di dilê xelkê de heye. Xelkên normal ji xwe û mal û zarokên xwe ditirsin. Loma me xwest nûnerên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê serdana bazaran bikin û rastiyan bo xelkê vebêjin.”
Teqrîben 100 hezar kes li Minbicê dijîn û desthilat di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ye, xelk ji wê yekê ditirsin çarenivîsa bajarê wan jî wek Efrînê lê were ku çekdarên ser bi Tirkiyê dest bi talan û diziyê kirin.
Herçiqas berpirsên Minbicê dibêjin ku Amerîkayê garantî daye wan ku Tirkiye êrîşî wan neke jî, lê wek berê baweriya xelkê bi Amerîkayê nemaye û dibêjin; Amerîka di şerê dijî DAIŞê de piştgiriya YPGê kir lê di şerê Efrînê de pişta xwe dayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin