PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, li devera Daqûq ya Kerkûkê, êrişî hêzên Iraqî kirin û di encamê de herî kêm polîsek hat kuştin.
Li gor Qaymeqamê bajarokê Daqûq yê Kerkûkê Leys Xizir daye zanîn, şeva borî terorîstên DAIŞê li derdora Daqûqê du caran êrîşî hêzên Iraqî kirin.
Herwiha Leys Xizir destnîşan kiriye, di êrîşa yekem de tiştek bi hêzên Iraqî nehat, lê di êrîşa nêzîkî gundê Mentîq de, ku gundekî kurdên Kakeyî ye, 3 polîs bi giranî birîndar bûn. Yek ji wan polîsan can da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin