Êrîsî rawestegeha otobûsê kirin: 7 kustî

Êrîsî rawestegeha otobûsê kirin: 7 kustî

PeyamaKurrd – Li bajarê San Feliz ê eyaleta Bolivar a welatê Venezuelayê, hin çekdaran êrîşî rawestgeheke otobûsan kir û 7 kes kuştin.

Rayedarên polîsên Venezuelayê derbarê êrîşê de ragihandin ku êrîşkar bi qemyonekê nêzî rawestgehê bûne  û çekên luledirêj bi ser kesên li rawestgehê bûn de reşandine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 4 kes li cihê bûyerê, 3 kesên din jî li nexweşxaneyan can dane û di nav birîndaran de dayikek û pitikeke 2 salî jî heye.

Derbarê bikirên êrîşê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin