PeyamaKurd – Li herêma Pulur a Dêrsimê, ciwanekî sivîl di encama bomberana balafirên Tirkiyê de can da.
Li gor zanyariyan, li gundê Kirmîl ê ser bi Pulura Dêrsima Bakurê Kurdistanê ve, hemwelatiyê bi navê Murat Yildiz di encama bomberana balafirên Tirkiyê de can da.
Herwiha zanyariyên berdest diyar dikin, Murat Yildiz bi otomobîla xwe çûbû çoltera gundê Xaçkirek bi mebesta ku ji bo ajelên xwe cihekî çêbike, lê li wê deverê bûye armanca êrîşeke balafirên Tirkiyê.
Fermandariya Cendirme a Pulurê jî bang li malbata Murat Yildiz kir ku ji bo testa DNAyê biçin Saziya Dadweriya Pizîşkî ya Meletiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin