Nûnerên 5 welatan ji bo razîkirina Îranê dicivin

Nûnerên 5 welatan ji bo razîkirina Îranê dicivin

PeyamaKurd - Li paytexta Avusturya Vienayê welatên ku peymana atomî ya Îranê îmze kirine îro dicivin û ‎mekanîzmaya zindîhiştina peymanê gotûbêj dikin.‎ 

Hat ragihandin ku dê nûnerên Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya û Çînê ligel çend berpirsên hikûmeta ‎Îranê bicivin û rê û mekanîzmaya taybet ji bo parastina peymana atomî gotûbêj bikin.‎

Hat zanîn ku di civîna Viennayê de, nayê pêşbînîkirin ku aliyên beşdar bigihin ‎rêkeftinekê  lê hewl tê dayîn ku Tehran were razîkirin daku ‎danûstandinê bi Washingtonê re bike.

Di nav çend hefteyên dawî de, hikûmeta Îranê rêjeya meyandina uranyûmê ji asta ji ‎sedî 3.67 ku li gor peymana atomî hatibû diyarkirin, ji ‎sedî 4.5 bilind kir û rêveberiya Îranê da xuyakirin ku heger welatên rojava karekî nekin ji bo kêmkirina ‎fişarên Amerîkayê û rakirina cezayên li ser wah hatine ferzkirin, ew dê asta meyandina ûranyûmê hîn zêdetir bikin.‎

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin