PeyamaKurd – Hollanda di navbera 100-150 serbazên xwe, bo parastina asayîşa Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, dişîne Herêma Kurdistanê.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Hollandayê do 20ê Mijdara 2020an diyar kir: “Piştî rahênana hêzên çekdar ên Kurd, Hevpeymaniya li dijî DAIŞê rola xwe guhert bo şêwirmendiya berpirsên serbazî yên herêmê. Ev erk dê di sala bê de di bin fermanrewayiya Holdandayê de bibe. Mebesta me ev e ku di dema dirêj de Iraq bi xwe şerê rêxistina terorî ya DAIŞê bike.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Hêzên parastina Holandayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hev re, kesayetî û alavan diparêzin, tê çaverêkirin ku yekemîn serbazên (Hollandayê) di destpêka meha Çileyê de bigihîjin wê derê.”
Biryara şandina hêzên serbazî yên Holandî bo Herêma Kurdistanê, piştî roja 9ê Mijdara 2020an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Lahay bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rute civiyabû hat.
Di civînê de Serokwezîrê Hollandayê amadebûna welatê xwe ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê nîşan dabû, bi taybetî ji bo hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de û ji bo pêşvebirina aboriyê di warê çandiniyê de û handana veberhênerên Holandî ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin