PeyamaKurd- Wezîra bergiriyê ya Hollandayê Ank Bijleveld ragihand ku wê li herêma Kurdistanê car din dest bi perewerdeya pêşmerge bikin. Ank Bijleveld di rapora xwe ya ku şandiye parlementoya Hollandayê de car din xwestiye ku perwerdeya pêşmerge destpêbike.
Wezîra bergiriyê xwestiye ku car din di çarçoveya koalîsyona li dijî İŞİDê de xebatên wan destpêbikin. Bijleveld di ragihandina xwe de gotiye Adil Abdulmehdî nexwestiye ku Hollandî ji Iraqê derên û daxwazeka weha wê di zerara wan de be.
Li herêma Kurdistanê li dora 50 leşkerên pispor yên perwerdekar yên Hollandî hene û bende ne ku car din perwerdeya pêşmerge destpêbike. Hefteya borî nûnerê hukumeta Kurdistanê yê Hollandayê Dîlawer Ajgeyî bi awayeka fermî ji parlementoya Hollandayê xwestiye ku dewam bikin perwerdeya pêşmerge bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin