HPGê nasnameya 4 endamên xwe eskere kir

HPGê nasnameya 4 endamên xwe eskere kir

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê HPGê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de nasnameya 4 endamên ku 2 ji wan fermandar in di Cotmeh û Tîrmeha 2018an de jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Herêma Kurdistanê ku PKKê jê re "Herêmên Parastina Medyayê" bi nav dike, endamên HPGê jiyana xwe ji dest dane.

Endamên HPGê yên ku nasnameya wan eşkere bûn wiha ne:

Silêman Çelîk, li Mêrdîn Dêrikê ji dayik bûye, bi navê kod “Kendal Dêrik” e.

Aliye İsazade, li Rojhılat-Urmiye bi nasnav Mizgîn Umut hatiye dinê.

Serdar Bayar bi kodnavê “Xwînrêj Cûdî” li Şirnex-Silopiyayê ji dayik bûye

Muhammed Abdulrezak Eser bi kodnavê "Bager Farqîn" li Diyarbekir-Fîlanê ji dayik bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Silêman Çelîk di sala 1990î de, Aliye Îsaade di sala 2006an de, Serdar Bayar di sala 2013an de û Muhammed Abdulrezak Eser di sala 2015an de tevlî rêxistinê bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Çelîk û Îsaade "fermandar in", derbarê sedema mirina endamên HPGê de îfadeya "Êrîşa dijmin" hatiye bikaranîn.

Li aliyê din gelek wêneyên Çelîk ku bi gelek kesayetên payebilind ên PKKê re hatine girtin, hatin parvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin