Nasnameya kesa bombe daniye kolana Îstîklalê hat eskerekirin

Nasnameya kesa bombe daniye kolana Îstîklalê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Stenbolê di derbarê kesa bombe daniye kolana Îstîklalê ya Beyogluyê, hûrgiliyên zêdetir belav kirin.

Li gor Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu îro danê sibê di civîneke rojnamevanî de diyar kir, kesa ku bombe daniye kolana Îstîklalê hatiye desteserkirin û delîlên êrîşê nîşan didin ku êrîş ji aliyê PKK û PYDê ve hatiye kirin û fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn.

Herwiha Soylu da zanîn: “Li gor nirxandina me fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye. Ew kesê ku bombe daniye cihê teqînê ji aliyê Asayîşa Stenbolê ve hate desteserkirin.”

Di berdewamiyê de Soylu destnîşan kir: “Li gor nirxandina me fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye. Ew kesê ku bombe daniye cihê teqînê ji aliyê Asayîşa Stenbolê ve hate desteserkirin.”

Hêzên ewlehiyê yên Stenbolê jî eşkere kirin, navê gumanbara ku bombe daniye Ehlam Albişir e, ew xelka Sûrî ye û temenê wê 23 sal in. 

Herwiha Wezîrê Dadê yê Tirkiye Bekir Bozdag jî got, di çarçoveya lêkolînên derbarê teqînê de, heta niha 46 kes hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin