HSD: Amerîka ji sînorê Tirkiyê vekisiya, em ê bi her hawî xwe biparêzin

HSD: Amerîka ji sînorê Tirkiyê vekisiya, em ê bi her hawî xwe biparêzin

PeyamaKurd- Piştî peywendiya telefonî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan, Qesra Spî ragihandibû ku wê di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke leşkerî li Sûriyê dest pê bike û diyar kiribû, ku Amerîka ne alîkariyê dike ne jî rêgiriyê lê dike. HSDê daxuyaniyek da û da zanîn ku Amerîkayê leşkerên xwe yên li ser sînorî vekişandine.

WÊ TIRKIYE JI ÇEKDARÊN DAIŞê BERPIRSYAR BE

Di daxuyaniyê de tê gotin ku wê Tirkiyê ji çekdarên DAIŞê berpirsyar be.

Di daxuyaniyê de nehatiye eşkere kirin bê Tirkiya kengî operasyoneke leşkerî pêk bîne û dê kûrahiya operasyonê çiqas be. Di daxuyaniyê de herweha nayê gotin ku Amerîka bi temamî ji Sûriyê vedikişe yan na.

HSD: LI HEMBERÎ HER ÊRIŞ EM Ê XWE BIPARÊZIN

Piştî vê daxuyaniyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Reutersê re diyar kiriye ‘Amerîka sozên xwe bi cî neanîn û ji sînorên Tirkiyê vekişiya.” Di berdewamiya daxuyaniyê de HSDê teqez dike ku wê li hemberî her êrişeke Tirkiyê xwe biparêzin.

Fermandariya Giştî ya HSD diyar kiriye: “Tevî kar û xebata ji aliyê me ve da ku operasyonên leşkerî bi Tirkiyê re çênebin û nermbûna me ji bo avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor û pêkanîna erkên li ser milê me dikevin, lê hêzên Amerîkayê erkên xwe pêk neanîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê bi Tirkiyê re vekişandin. Niha jî Tirkiye amadekariya operasyona dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

 HSD di beşeke din a daxuyaniyê xwe de ev yek anî ziman: “Ev operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bandoreke neyînî ya mezin li şerê bi çeteyên DAIŞê re bike, her wiha dê xebata salên çûyî ji bo îstiqrarê jî têk bibe.”

MEDYA AMERÎKÎ: JI PENTAGONÊ NEHATIYE PIRSÎN

Ji aliyê din ve, di nûçeyên medya Amerîkî de tê gotin ku, Trump û Qesra Spî ji Pentagonê nepirsiye.

Di nûçeyan de hatiye, “Pêwist e Pentagonê piştgiriyê bide HSD û leşkerên Amerîkî jî li herêmê bimînin. Hinek qunciknivîs jî di quncka xwe de dibêjin ku Amerîkayê li Sûriyê HSDê bi tene hiştiye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin