HSD: Artêşa Sûriyê li Dêr Hafirê dest bi êrîşeke nû kir

Dîroka Weşanê :
HSD: Artêşa Sûriyê li Dêr Hafirê dest bi êrîşeke nû kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku êrîşa bi top û obûsan a ser devera Dêr Hafir a rojhilatê Helebê ku di bin kontrdola HSDê de ye, piştî daxuyaniya Artêşa Sûriyê ya hikûmeta veguhêz dest pê kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ragihand, çekdarên hikumeta demkî bi çekên giran bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin, lê tu agahiyên derbarê hûrgiliyên êrîşê de nehatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê îro jî Artêşa Sûriyê bi daxuyaniyekê çend deverên rojhilatê Helebê ku di bin kontrola HSDê de wekî herêmên leşkerî ragihand. Piştî vê daxuyaniyê bi demekê êrîşan dest pê kiriye ku tê xwestin HSD bi temamî ji derdora Helebê were derxistin.

Cihê balkişandinê ye ku êrîşên Şamê yên ser Helebê li pey lihevkirina Îsraîl û Sûriyê ya Parîsê pêk tên ku girên Golanê jî fermî gihîştibûn Îsraîlê.