PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di operasyoneke hevbeş a digel Hevpeymaniya Navdewletî de, çar endamên DAIŞê li Reqayê hatine girtin. Li aliyê din Brîtanyayê jî ragihandiye ku balafirên şer ên hêzên wan ligel Fransayê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistine.
Di daxuyaniya HSDê de hate gotin: "Hêzên me, bi hevrêziya Hevpeymaniya Navneteweyî, operasyoneke ewlehiyê li Reqayê pêk anî, di encamê de çar endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin girtin."
Hate diyarkirin: "Hêzên me bêyî ku di nav sivîlan an jî hêzên beşdar de ti qurbanî bide, êrişî cihê şaneyê kirin."
Li gorî daxuyaniyê, di operasyona hevbeş a di navbera HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî de, çek û alavên ragihandinê yên ku ji bo piştgiriya çalakiyên terorîstî dihatin bikaranîn hatin desteserkirin.
HSDê got: "Di lêpirsînên destpêkê de, kesên girtî li xwe mikur hatin ku ew agahiyên îstîxbaratê berhev kirine û cih û rêbendên hêzên me yên leşkerî bi par ve kirine, her wiha êriş plan kirine û bi rêber û mîrên DAIŞê re û dane û standine û agahî dane wan."
Herwiha HSDê destnîşan kir ku “ev operasyon hevbeş bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, beşek ji kampanyayeke berdewam e ji bo têkbirina şiyanên DAIŞê û pêşîlêgirtina jinûveavakirina şaneyên wê."