HSD: Hêzên Şamê êrîşî çeperên me yên li Dêra Zorê kirin

Dîroka Weşanê :
HSD: Hêzên Şamê êrîşî çeperên me yên li Dêra Zorê kirin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Şamê êrîşî çeperên wan ên li gundewarê Dêra Zorê kirin.

Navenda Çapemeniyê ya HSDê derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand û ragihand ku êrîş dOh bi şev saet di 23:25'an de li bajarokê Ebû Hemam, ku li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ye, pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, komên çekdar ji qeraxa din a Çemê Firatê bi çekên otomatîk êrîşî çeperên HSDê kirine.

HSDê tekez kir ku di êrîşê de di nav hêzên wan de tu qurbanî çênebûne.

"Hêzên me bersiv dan"

Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha ye:

"Şeva borî saet 23:25an de, komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê bi çekên otomatîk ji qeraxa din a Çemê Firatê êrîşî çeperên me yên li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê kirin. Di nav hêzên me de tu qurbanî çênebûn.

Hêzên me tavilê bersiv dan çavkaniyên êrîşê û hemû tedbîrên pêwîst girtin da ku çeperan ewle bikin û herêmê biparêzin."