HSD: Li Tişrînê 3 endamên me birîndar bûn

HSD: Li Tişrînê 3 endamên me birîndar bûn

PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku 3 endamên wan di êrîşeke komên girêdaya hikûmeta Sûriyê ya vegiuhêz de, li Bendava Tişrînê birîndar bûne.

HSD îro Duşemê bi daxuyaniyekê eşkere kir, komên bi ser hikûmeta veguhêz a Sûriyê de, bi top û çekên giran derdora Bendava Tişrînê armanc kirine.

Hate diyarkirin, êrîş li demjimêr 4ê êvarê encam daye û tê de 3 endamên wan birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê, heta niha tu daxuyanî di vê derbarê de nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin