HSD û Şam du belgeyên nû îmze dikin: Hûrgilî eşkere bûn

Dîroka Weşanê :
HSD û Şam du belgeyên nû îmze dikin: Hûrgilî eşkere bûn

PeyamaKurd- Bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şanda leşkerî ya HSDê bi beşdariya endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo îro 4ê Çileyê serdana Şamê kirin.

Hate ragihandin ku di navbera HSD û hikûmeta Şamê de li ser entegrasyona leşkerî lihevkirin çêbûye û du belgeyên vê lihevkirinê têne îmzekirin.

Fermandarê "Hêzên Demokratîk ên Bakur" ên ku beşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in Ebû Omer Îdlibî, derbarê peymana bi hikûmeta Şamê re ragihand, dê îro kaxezeke li ser têkoşîna li dijî DAIŞê û kaxezeke li ser tevlîbûna HSDê ya nav artêşê bi awayê fîrqeyên leşkerî werin îmzekirin.

Ebû Omer Îdlibî li ser hûrgiliyên peymana leşkerî ev zanyarî dan: "Li ser avakirina 3 fîrqe û 3 lîwayan lihevkirin hatiye kirin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dê di çarçoveya lîwayeke taybet de cih bigirin. Her wiha dê lîwayeke taybet ji bo parastina sînoran û lîwayeke din jî ji bo têkoşîna li dijî terorê werin avakirin."

Amerîka û welatên Ereb garantor in

Idlibî eşkere kir ku peyman dê bi amadebûna aliyên navneteweyî were îmzekirin û got: "Îmzekirin dê bi amadebûna nûnerên welatên Ereb, efserên artêşa Amerîkayê, Fermandarê Hêzên Ezm û Thomas Barrack pêk were. Ev alî dê di heman demê de bibin garantorên peymanê."

Ebû Omer Îdlibî herwiha destnîşan kir ku mohleta bicihanîna bendên peymana 10ê Adarê ya taybet bi dosyayên sivîl dê were dirêjkirin.