PeyamaKurd – Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan, bi Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), li dora Bendava Tişrînê rêze operasyonên serketî li dijî Artêşa Ereb a Sûriyeyê pêk anîne.
Li gorî daxuyaniya HSDê, pevçûn wiha qewimîn:
"Li nêzîkî Girê Syriatel, nêzîkî Bendava Tişrînê, komek ku amadekariya êrîşê dikir, ji aliyê hêzên HSDê ve hate hedefgirtin. Di encama êrîşê de, tankek aîdî komê bi tevahî hate îmhakirin."
Di daxuyaniyê de herwiha hate destnîşankirin ku li navenda qada kombûna koma çekdar a li heman herêmê de êrîşeke rast û bibandor a bi droneyan hate kirin, ku di encamê de teqînek mezin çêbû.
Wekî din, hate ragihandin ku baregeheke leşkerî û xaleke bicihkirinê ya aîdî komên çekdar li gundê Hecî Huseyîn, nêzîkî Bendava Tişrînê, jî hate îmhakirin.
Navenda Çapemeniyê ya HSDê tekez kir ku ev çalakiyên ku tankek û çeperên leşkerî hatin îmhakirin, bûn sedema gelek mirin û birîndarbûnên aliyê dijber.