PeyamaKurd – Îro 32emîn salvegera qonaqa dawîn ya enfalan, Enfala Behdînan e ku ji aliyê rejîma Be’esê ve li Kurdistanê hatibû kirin.
Di êrîşên ji aliyê rejîma Be’es a Iraqê ve li ser Kurdan hat kirin de, gelek çeken kîmyevî hatin bikaranîn.
Êrîşa Enfalê ya bi 8 qonaxan pêk dihat dest pê kir, bi komkujî û koçkirina welatiyên Kurd ve berdewam kir.
Êrîşa Enfalê ya li gelek deverên Kurdistanê belav bûbû, di 14ê Nîsana 1988an de gihîşt asta herî xedar.
Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê di sala 2007an de bi biryarekê, enfal weke jenosîda li hember Kurdan pêk hatiye qebûl kir û piştî vê biryarê dest bi pêvajoya gelek kesên tevlî komkujiyê bûne bên girtin kir.
KOMKUJÎ Lİ HEMÛ KURDİSTANÊ PÊK HAT
Qonaxa yekem a enfalê di 23yê Sibata 1988an de li herêma Cafayet dest pê kir û heta 18ê Adara wê salê berdewam kiribû.
Qonaxa duyem, li herêma Qeredaxê 22yê Adarê heta 2yê Nîsanê berdewam kir.
Qanaxa sêyem, li Germiyan di 7ê Nîsanê dest pê kir heta 20ê Nîsanê berdewam kir.
Qonaxa çarem, li deverên Qelay Sewkê û Zeyî Biçûk di 3yê Adarê de dest pê kir û heta 15 Adarê berdewam kir.
Qonaxên 5,6,7em jî ji 15ê Adarê heta 25ê Adarê li herêmên Şaqlawa û Rewenduz pêk hatin.
Qonaxa 8em, qonaxa dawî ya enfalan, li Herêma Behdînan, di 26ê Adarê dest pê kir heta 9 Îlonê berdewam kir.
182 HEZAR KURD HATİN QETİLKİRİN
Rejîma Be’esê, di êrîşên enfalê de Kurdên li gund, qeza û li navçeyên deverê ji komkujiyê derbas kir û yê mayî jî koçberî başûrê Iraqê kir.
Ji 182 hezar Kurdan zêdetir, pêkveyî komkujî kirin, bi awayekî hovane hatin gulebarankirin û ew pêkveyî xistin goran. Herwiha nêzî 4 hezar gund hatin wêrankirin.
Berpirsiyarê Buroya rejîma Be’esê ya Şimal Alî Hasan Mecîd, di 18ê Adara 1987an de, bi piştgiriya Saddam Huseyîn ve, li bingeha leşkerî ya Kerkûkê îmza destpêkirina Enfalê avêtibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin