Talîban êrîs kir: 40 kustî

Talîban êrîs kir: 40 kustî

PeyamaKurd- Li Afxanistanê li bajarê Uruzganê, li navçeya Çinartuyê di êrîşa Talîbanê de 40 leşker jiyana xwe ji dest dan.

Rêvebirê asayîşê yê Çinartuyê Axtar Muhammed ragihand ku Talîbanê ji 4 aliyan de êrîş kirine baregehê, 40 leşker mirine û ji gelek leşkeran xeber tine ye. Muhammed got ku ji Talîbanê jî kuştî hene.

Talîban dibêje ku ew baregehê xistine destê xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin