Hukumeta Herêma Kurdistanê li budçeya projeya avê 2,5 mîlyar Dînar zêde kir

Hukumeta Herêma Kurdistanê li budçeya projeya avê 2,5 mîlyar Dînar zêde kir

PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê bo projeya têkoşîna li hemberê nebarîna baranê û bo bidestxistina avê 2,5 mîlyar Dînar li budeçeyê zêde kir. Biryar di organa fermî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê de hat belavkirin.

Li gor biryarê; pere bo bajaran weha hat parvekirin: Hewlêr 925 mîlyon Dînar, Silêmaniye 1 mîlyar Dînar, bo Halepçe, Germiyan, Raperîn û Duhokê 525 mîlyon Dînar.

Hukumeta Herêma Kurdistanê çend roj berê bo projeya ava vexwarinê ya Hewlêrê 1 mîlyar û 500 mîlyon Dînar tesdîq kiribû.

Heya niha hukumeta Herêmê di çarçoveya têkoşîna bi nebûna avê re û bo projeya ava vexwarinê 4 mîlyar Dînar veqetand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin