Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo herêmên neçareserkirî, biryareke nû derxist. Li gorî vê biryarê divê herêmên neçareserkirî li gorî maddeya 140î werin çareserkirin û berî vê jî divê herêmên neçareserkirî careke dî werin tespîtkirin.
Endamê Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir nivîsek weşand û di vê nivîsê de wiha got: “Li ser daxwaza me Hikûmeta Federal a Iraqê, ji bo herêmên neçareserkirî biryarek derxist û ev herêm wekî dema berî 2003yan hatin qebûlkirin. Yanî herêmên bi Kerkûk, Diyala, Musil, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê ve girêdayî.
Bi vê biryara ku dadgehê stand, biryara Cotmeha 2017an ji holê rabû. Lewra wê demê, ev herêm wekî herêmên neçareserkirî yên girêdayî Bexdayê, hatibûn qebûlkirin. Êdî bi vê biryarê careke dî ev herêm bûne herêmên neçareserkirî yên Kurdistanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin