Li ber Agirbestê Pêngava Krîtîk: Amerîka û Îran li ser 14 Maddeyan Diaxivin

Li ber Agirbestê Pêngava Krîtîk: Amerîka û Îran li ser 14 Maddeyan Diaxivin

PeyamaKurd - Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên Koşka Spî hatine girtin, peywendiyên di navbera Washington û Tehranê de gihîştine qonaxeke gelekî krîtîk. Tê gotin ku her du alî nêzîkî lihevkirinekê ne ku ji 14 xalan pêk tê û armanca  wê  bidawîkirina şer û destpêkirina muzakereyên nukleerî ye.

Tê payîn ku Îran di nav 48 saetan de bersiva xwe ya dawî derbarê van 14 maddeyan de ragihîne. Nûnerên taybet ên Donald Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner, bi rêya rasterast û carinan jî bi navbeynkaran ligel rayedarên Îranî hevdîtinan dikin. Heke lihevkirin pêk were, dê şer bi awayekî fermî bi dawî bibe û qonaxeke nû ya siyasî dest pê bike.

Ev peymana 14 maddeyî  ji bo sekinandina çekan nîn e; ew rê li ber gelek geşedanên aborî û stratejîk jî vedike:Vekirina Tengava Hurmizê: Piştî îmzekirinê, dê tengav ji nû ve ji bo trafîka deryayî û keştiyên bazirganî were vekirin.

Ji bo rakirina cezayan û lihevkirina li ser bernameya nukleerî, dê pêvajoyeke 30 rojî ya muzakereyên berfireh dest pê bike.Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ji ajansa Reutersê re piştrast kir ku ew niha pêşniyara aştiyê ya 14 maddeyî ya Amerîkayê dinirxînin.

Ev hewildanên dîplomatîk di demekê de ne ku Amerîkayê bi operasyona "Project Freedom" kontrola deryayî li herêmê girtibû destê xwe. Heke ev lihevkirin serkeftî bibe, dê bibe pêngaveke dîrokî ku pêşî li hilweşîna aborî û şerekî hîn mezintir li Rojhilata Navîn bigire.