Îranê Amerîka bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kir

Îranê Amerîka bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku artêşa Amerîkayê di nav 48 demjimêrên borî de agirbesta ku di 8ê Nîsanê de hatibû ragihandin, li parêzgeha Hurmuzganê binpê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê ji destpêkirina agirbestê vir ve kiryarên xwe yên neqanûnî berdewam dikin û bi taybetî li dijî keştiyên bazirganî yên Îranê dest bi çalakiyên "rêbiriya deryayî" kirine.

Îranê tekez kir ku ew ê tu pêngaveke neyarane bêbersiv nehêlin û berpirsiyariya hemû encamên vê rûdanê xiste stûyê Amerîkayê.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihandibû ku wê dorpêça deryayî li ser Îranê heta ku peymanek neyê îmzekirin berdewam bike.

Artêşa Amerîkayê şeva borî jî êrîşî bajarên Bender Abbas, Cask û Sîrîk ên li ser parêzgeha Hurmuzganê ya Îranê kiribû. Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins derbarê operasyonê de ragihandibû ku wan pêngava "xweparastinê" avêtiye.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di nav armancên ku hatine bombebaran kirin de baregehên moşekan û çendîn belemên Îranî yên ku hewl didan li deryayê mayînan biçînin hebûn.