Î-KDP: “Îro êrîşê kamp û baregeha me kirin”

Î-KDP: “Îro êrîşê kamp û baregeha me kirin”

PeyamaKurd – Endamê rêvebiriya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û hem berpirsê navenda Pêşmerge Kawa Behramî ragihand ku li navça Bahrika ya Erbîlê li kampa wan ya bi navê Jezhnikan bi dronê êrîş kirine ser kampê.

Di êrîşê de kurê Pêşmergeyekî can daye û Pêşmerge bi xwe jî birîndar bûye.

Hedefa êrîşekî dinê jî li devera Xelîfanê baregeha PDK-I bû ye. Behramî li ser êrîşa ser baregehê got:

“Di êrîşa dronî ya ser sînorê Sîdekanê 2 Pêşmergên me yên keç şehîd ketine û Pêşmergeyekî me ya jin jî birîndar bûye.

Di encama êrîşa ser kampa me de, li bav û kur xistine, kur Şahin Azarbarzin şehîd ket û bavê wî Nader Azarbarzin giran birîndar bû.

Di êrîşa li Sîdekanê de Nada Miri û Samira Allahyari, her dû Pêşmergên me şehîd ketine û Pêşmergeyekî me birîndar bûye.”