Kurdistan | ‘Komîsyona hilbijartinan neyê nûkirin hilbijartin di dema xwe de pêk nayê’

Kurdistan | ‘Komîsyona hilbijartinan neyê nûkirin hilbijartin di dema xwe de pêk nayê’

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kiribû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wê 1ê Cotmeha 2022yan werin kirin, lê ji ber ku Komîsyona Hilbijartinan hîn nehatiye çalakirin guman heye hilbijartin di dema xwe de neyên kirin.

Sekretera Parlementoya Kurdistanê Muna Qehwecî da zanîn ku heger komîsyona hilbijartinan heta serê meha bê neyê aktîfkirin hilbijartina Parlamentoyê di dema xwe de nayê kirin.

Qehwecî gotiye, komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê ew agahdar kirine ku heger heta serê vê mehê ango meha bê komîsyon neyê nûkirin hilbijartin di dema xwe de nayê kirin, ji ber ku nikarin pê re bigîhîjin.

Muna Qehwecî daye xuyakirin, ji ber wê jî ew niha hewl didin firaksyonan bicivînin û komîsyonê nû bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin