PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku hikûmetên Bexdayê û Enqerê li hev kirin ku hêzên PKKê ji Îraqê derkevin. Eger pêşnûma were pejirandin dê leşkerên Tirkiyê jî Îraqê derbikevin.
Endamê Koalisyona Fetihê ya Parlementoya Îraqê Fazil Fetlawî ragihand ku hikûmeta Îraqê ji bo ku hêzên PKKê ji xaka Îraqê bihên derxistin daxwaza alîkariyê ji meqamên Tiriyê kiriye.
Li gorî K24ê Fetlavî gotiye, Bexda ji bo dabînkirina ewlehiyê li sînorî wî welatî daxwaz kiriye ku hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Îraqê bihên derxistin. Fetlavî dibêje ku di vî warî de ji dewletên cîran jî daxwaz hatiye kirin hevkarî bihê kirin.
Herwha Fazil Fetlavî destnîşan kiriye ku eger ev pêşnûma were pejirandin, dê leşkerên Tirkiyê jî ji xaka Îraqê derbikevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin