PeyamaKurd – Piştî operasyona Qerebaxê ya Azerbeycanê, gelek fermandar bi îdiaya ku li Ermenîstanê derbeyek amade kirine hatin desteserkirin.
Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenîstanê 8 fermandarên payebilind bi îdiaya ku bi koma "Xaçparêzên Welatparêz" re hevkarî kirine û teşebusa derbeyê kirine desteser kirin.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştî ku muxalefetê bi xwepêşandanên kolanan vexwend îstifayê kir, di axaftina xwe ya ji gel re got, hin rêxistinên li welêt ji bo hilweşandina desthilatdariya wî bi "plana derbeyê" re mijûl bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin