PeyamaKurd – Konsulxaneya Bexdayê ya Amerîkayê ragihand ku rêxistina terorî İŞİD li ser îstîqrar û refaha Iraqê tehdîde û tehdîda wê dewam dike. Ragihandina konsulxanê wehaye:
“Em êrîşa hovane û bê wijdan ya İŞİD ê ku di serê vê hefteyê de li Diyalayê, li ser eşîreta Banû Kaabê kir bi tundî şermezar dikin. Tevî İŞİD qels bûye jî van êrîşan nîşan didin ku İŞİD li ser îstîqrar û refaha Iraqê û herêmê dewam dike.”
Balyozxane di dewama beyana xwe de ragihand ku dê Amerîka her rêxistina terorê ku li Iraqê xwe nîşan bide, bo jinavbirina wê, dê xebata xwe dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin