Muzek wekî karekî hunerî hatibû nisandan lê hunermedekî din ew xwar!

Muzek wekî karekî hunerî hatibû nisandan lê hunermedekî din ew xwar!

PeyamaKurd - Li Amerîkayê muzek ku di galeriyekê de wek karekî hunerî hatibû nîşandan, bi 120 hezar dolarî hat firotin, lê hunermedê almanî-gurcistanî ew muz xwar.

Ew muz li galeriyeke bajarê Miami li eyaleta Florîda ya Amerîkayê hatibû pêşandan. Li tenişt muzê nivîsek jî li dîwar hatibû daliqandin û li ser hatibû nivîsîn: Hûn bi xwe berpirsyar in, eger muz rizî be.

Sedema giraniya wê muzê ev e, ku hunermendekî Îtalyayî ew muz li hola hunerî ya Art Basel a li Miami wek karekî hunerî daye pêşandan û bi dîwar ve kiriye û dibêje: “Ev huner e.”

Hunermendê Îtalî, Maurizio Cattelan dibêje, ew salek e mijûlî vê muzê ye û hizir li wê yekê kiriye, ku muzê li dîwarekî daliqîne û jê re bêje huner. Tişta ku zêdetir xelk tûşî şokê kiriye, ev e ku Maurizio Cattelan dixwaze muzeke din jî li dîwarê muzexaneyê daliqîne ku nirxê wê 150 hezar dolar tê texmînkirin.

Piştî wê bûyerê, muzeke din li galeriyê li şûna muza hatiye xwarin hat danîn û ti rêkarek li hember kesê ku muz xwar, nehat cîbicîkirin.

Hûrgiliyên bikaranîna muzê weke karekî hunerî û daliqandina wê di galeriyê de hêj ne zelal e, bi taybet jî ku nirxê wê gihîşte 120 hezar dolarî, lê belê tê gotin, ew tenê fikrek bûye ku xwediyê wê bikaraniye, weke sembolek ji bo bazirganiya cîhanî.

Karekî hunerî ku du wateyên cuda li xwe bigire û herwiha amrazeke klasîk ji bo henekpêkirinê jî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin