Wê Îran avahiyên zanîngehan bike navendên leskerî

Wê Îran avahiyên zanîngehan bike navendên leskerî

PeyamaKurd – Li demeke ku xwepêşandanên serîhildana gelê Îranê û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bênavber berdewam dike, rejîma Îranê amadekariyê dike ku li avahiyên zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê navendên leşkerî veke.

Wezîrê Zanistê yê Îranê Mihemed Zilfîgol, di  57emîn civîna Saziya Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî ya Îranê de got: “Dê di demên nêz de di zanîngehan ofîsên hêzên leşkerî bên avakirin.”

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de li seranserê Îranê xwendekarên zanîngehan bi awayekî xurt beşdarî protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî dibin û rastî êrîş û destwerdanên tund ên hêzên rejîmê tên ku hejmarek zêde jî hatine girtin.

Ev biryara nû ya Îranê tê wateya ku wê hêzên rejîmê hîn tundtir bibin li hember xwepêşandanên seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin